Di encama êrîşa Erebistana Siûdî ya li ser Yemenê de 7 kes mirin

Hat diyar kirin ku di encama êrîşên hewayî yên koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî de ya li ser parêzgeha Hadramûtê ya Yemenê de 7 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Rayadarên Konseya Demkî ya Başûr (STC) ku ji hêla Îmarat ve tên destekkirin, ragihand ku di êrîşên li ser kampa el-Hasha de 7 kes hatine kuştin û bêhtirî 20 kes birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku li hemberî gelek deverên herêmê êrîşên hewayî hatine lidar xistin. STC’ê, her wiha îdia kir ku hêzên koalîsyonê êrîşeke bejayî têk birine.

Hêzên STC’ê, di hefteyên dawî de gelek herêmên parêzgeha Hadramût û herêma Mahra ya nêzî sînorê Erebistana Siûdî ku di warê petrolê de dewlemend e xist bin kontrola xwe. Ev yek rê li ber nerazîbûna hin komên di nava hikûmeta Yemenê û ya Erebîstana Siûdî vekiribû.

Weliyê Hedramût Salem el-Hanbaşî, diyar kir ku Hêzên Mertalên Neteweyî yên ku ji hêla Erebistana Siûdî ve tên destekkirin operasyonek ku armanca wê baregehên leşkerî yên li herêmê kontrol bike, pêk tînin.

Her çiqas Erebistana Siûdî daxwaza vekişîna STC’ê ji deverên ku ew kontrol dike bike jî, hêzên koalîsyonê êrîşên xwe yên hewayî li dijî çeperên STC’ê dewam dikin.

Koalîsyonê roja Sêşemê sewqiyeta çekan a di bin kontrola STC’yê ku li bendergeheke Yemenê bû û tê îdîakirin ji hêla Îmarat ve hatiye, hedef girtibû.